Zarokê wesayîta zirxî pêlê kir jiyana xwe ji dest da
- 19:25 7 Hezîran 2023
- Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê zarokê 5 salî E.A. ku wesayîta zirxî pêlê wî kir, jiyana xwe ji dest da.
Wesayîta zirxî ya aîdî çawîşê pispor ê Fermandariya Cendirmeyan a Geverê, gava ji Gever a Colemêrgê ber bi Wanê ve diçû pêl zarokê 5 salî yê bi navê E.A. kir. Zarokê 5 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Hat hînbûn ku ajokarê wesayîta zirxî ya bi tîpa Rangerê hatiye binçavkirin.