Cenazeyên du kesên jiyana xwe ji dest dabûn şandin bajarên wan

  • 17:42 7 Hezîran 2023
  • Rojane
AMED- Dîlan Gokal û Vedat Ayhan yên li çoltera Licê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, cenaze wan ji aliyê malbatê ve hatin teşîskirin û şandin bajarên wan.
 
Di 3’ê Hezîranê de li mezraya Hemza û Antîxan a Barah a navçeya Licê ya Amedê navbera leşker û HDP’iyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de Vedat Ayhan(Mahsun Hêşetî) û endama YJA Starê Dîlan Gokalp(Zîn Amed) û kesekî din yê navê wî nehat hînbûn jiyana xwe ji dest dan. Cenazeya HPG’iyan ji bo teşîsê şandin ATK’a Amedê.
 
Malbatan cenaze teşîskirin û cenaza Vedat Aydin şandin gundê Hêşetî ya Berwarî ya Sêrtê û ya Dîlanê jî berbi Bismilê ve derket rê.
Hat diyarkirin ku cenazeya HPG’iyê ku nav nehat hînbûn li ATK’ê  ye.