Di hibijartina serokatiya meclîsê de du namzetan xwe vekişand

  • 17:40 7 Hezîran 2023
  • Rojane
ENQERE- Ji bo Serokatiya nû ya Meclîsê bi dengdayîna veşarî tura dyekemîn pêk hat û ji ber ji sêyan du piranî bi dest neket, derbasî tura duyemîn bûn.
 
Meclîsa Netewa Mezin a Tirkiyeyê ji bo dema 28’emîn serokê nû yê meclîsê hildibijêre. Di runiştian ku serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi rêve dibir de, endamên nû yên Kabîneya Serokomariyê hatin Lijneya Giştî. Cigirê serokokmar Cevdet Yilmaz û wezîrên nû ji bo sondxwarinê yek bi yek derketin ser kursiyê û sond xwarin.
 
Piştî sond xwarinê ji bo hilbijartina serokatiya meclîsê dengdayîna veşarî hat kirin. Di dengdayînê de 586 endamî deng bikaranî. Namzeta partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari 51 deng, ndamzetê CHP’ê Tekîn Bîngol 131 deng, namzetê Îyî Partî Cîhan Paçaci 42 deng, namzetê Partiya  Karkeran  aTirkiyeyê Şerafettîn Can Atalay, yê Partiya Deva Mustafa Yeneroglu 16, namzeta Partiya Gelecek Serap Yazici 20 û namzetê AKP’ê Numan Kurtulmuş 317 deng girt.
 
6 deng nehatin derbaskirin. Ji ber dengan ji sêyan du piranî bidestnexist dengdayîn ma ji tura duyemîn re.
Du kes ji namzetiyê vekişiyan
 
Di tura duyemîn de jî ji sêyan du piranî nehat bidestxistin. Di tura duyemîn de 586 namzetan deng bikaranîn. Namzeta partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari 51 deng, namzetê CHP’ê Tekîn Bîngol 131 deng, namzetê Îyî Partî Cîhan Paçaci 41 deng, namzetê Partiya  Karkeran  aTirkiyeyê Şerafettîn Can Atalay 3, yê Partiya Deva Mustafa Yeneroglu 15, namzeta Partiya Gelecek Serap Yazici 21 û namzetê AKP’ê Numan Kurtulmuş 321 deng girt.
 
Namzeta Partiya Gelecek Serap Yazici Ozbudun û namzetê partiya DEVA Mustafa Yeneroglu ji namzetiyê vekişiyan.
Dest bi tura sêyemîn hat kirin.