Di nava salekê de li dijî zarokan 724 binpêkirinên mafan

  • 13:54 7 Hezîran 2023
  • Rojane
İZMİR - Li gorî Rapora Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê di sala 2022'yan de li dijî zarokan 724 binpêkirinên mafan pêk hatine. 
 
Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê rapora “Binpêkirina Mafên Zarokan a Sala 2022’yan” li avahiya xew bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Binpêkirinên mafên zarokan ên li bajarên Aydin, Afyon, Balîkesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Bûrdûr, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê di raporê de cih digirin. Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaş raporn xwend. 
 
Cemîle diyar kir ku zarok hem bi qanûnî hem jî bi awayê ehlaqî ji dayikbûna xwe ve xwedî mafên xwe ne û got: “Di salên dawî de ji ber gelek sedem û bandorên neyînî di asta herî jor de mafên zarokan hatin binpêkirin. Binpêkirina mafên zarokan gihîştiye wê asta xeternak. Tevî ku Tirkiye terefê Peymana Mafên Zarokan e jî lê polîtîkayên bingehîn ku zarokan biparêze nexistiye dewrê. Di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîn.” 
 
Cemîle di berfirehiya raporê de cih da daneyên binpêkirinan.