Bersûcê êrîşa zayendî dîsa bê ceza hat hiştin

  • 13:45 7 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Danişîna 4’emîn ya doza cerdevanê berê Ramazan Babat a ku ji sûcê “êrîşa zayendî ya li hemberî zarokê” jê tê darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin.
 
Danişîna 4’emîn ya doza cerdevanê berê Ramazan Babat a ku ji sûcê “êrîşa zayendî ya li hemerî zarokê” tê darizandin li 3’yemîn Dadgeha  Cezayê Giran a Şirnexê hate dîtin. Midûrîyeta Polîtîkayên Malbat û Civakê, ya Şirnexê tevli danişînê bû. Bersûc Ramazan Babat jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli bû.
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan danişîn bi guhdarîkirina şahîdan destpê kir. Şahîd E.B. ku îfadeyên bi nakok dan diyar kir ku tu bûyerên êrîşa zayendî pêk nehatine.
 
Bersûc Ramazan Babat jî sucdariyên derbarê xwe de qebûl nekirin û tahlîyekirina xwe xwest.
 
Piştî axaftinan dozger mutaalaya xwe peşkeş kir û xwest Ramazan Babat, Şehmus babat, Çetîn Babat, Sadî Babat, Emîn Guvercîn û Yilmaz Guvercîn ji sûcê reşkirin û windakirina delîlan bên cezakirin. Her wiha ji bo Ramazan Babat jî xwest ku rewşa wî ya girtî bidome û ji sûcê êrîşa zayendî li hemberî zarok bê cezakirin.
 
Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir. Şandeyê biryar da ku rewşa girtî  ya bersûc dewam bike û doz taloqî 10'ê Tîrmehê kir.
 
Çi bibû?
 
Li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê piştî ku di 18’ê tebaxê 2022’an de cenazeye Fîrdevs Babat a 17 salî hate dîtin, Ahmet Babat hate girtin û hate îdiakirin ku bi çeka birayê xwe cerdevan Ramazan Babat Fîrdevsê qetîl kiriye. Piştî bûyerê derket holê ku di meha Gulanê ya 2022’an de Ramazan Babat êrîşa zayendî jî li zaroka bi navê S.G. ya 16 salî kiriye. Her wiha Hazim Babat û Şeyhmûs Babat jî xwestine ser bûyerê bigirin û hat îdakirin ku pere dane malbatê. Piştî ku bûyer derket holê cerdevan Ramazan Babat ji sûcê “êrîşa zayendî ya li zarokê” hate girtin û wî şandin girtîgehê. S.G jî di bin parastinê de tê girtin.