Ji kavila erdhêjê cenaza jinekê hat derxistin

  • 18:48 6 Hezîran 2023
  • Rojane
SEMSÛR – Li Semsûrê di roja 122’emîn a erdhêjê de cenaza jinekê di dema rakirina kavilan de hat derxistin.
 
Li Semsurê di roja 122’emîn a erdhêja ku navenda wê Mereş bû pêk hat de li taxa Turgut Reîs  cenaza jinekê ji kavilên avahiyekê hat derxistin.
 
Hat diyar ku cenaze di dema rakirina kavilan de ji aliyê operatorê kepçeyê ve hatiye dîtin û aydê jineke 20 salî bûye.