'Ger wê edalet bê divê ji Rihayê dest pê bike'

  • 14:58 6 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
RIHA - Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 806'an de dewam dike. 
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar filitî, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kirin û di roja 803’an têkoşîn didome. Emîne Şenyaşar  ji ber nexweşiyê tevlinobetê nebû û parlamenterê partiya Çep a Kesk Ferît Şeynşar nöbet li Enqereyê domand.
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Wezîrê Edaletê yê nû Yilmaz Tunçev etîket kir û ev parvekirin kir:"Têkoşîna me di roja 806'an de bi biryar dewam dike. Ger ew ê Wezîrê Dadê yê nû Yilmaz Tunç (@yilmaztunc) edaletê bîne welat divê ji Rihayê dest pê bike. Heta ev bêedaletî bi dawî nebe behskirina edaletê ne ji dil e, dirûtî ye."