Doza tecawizê ya Weqfa Hîranûrê taloqî 17’ê tîrmehê bû

  • 14:55 5 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di danişîna 4'emîn a doza Weqfa Hîranûr ku bi destdirêjiya zaroka bi navê H.K.G. bû rojev de biryara berdewama girtina faîl Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hat dayîn û danişîn taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin. 
 
Danişîna 4'emîn a doza damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga Yûsûf Ziya Gumuşel ê keça xwe H.K.G. di 6 saliyê de da “zewicandin”, Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî girtî û dayika wê Fatima Gumuşel negirtî jê tên darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Anadoluyê hat lidarxistin. Di danişinê de biryar derneket û doz taloqî 17'ê tîrmehê hat kirin. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) beriya danişînê li ber edliyeyê daxuyanî da. Omur Kargin li ser navê Platformê daxuyanî da û destnîşan kir ku kes nikare bazariyê li ser jinan, zarokan bike û ew li dijî vê ne û ew ê her tim li cem zarok û jinan bin. 
 
Parlamentera Partiya Kedê ya Dîlokê Sevda Karaca jî axivî û da zanîn ku zarokên vî welatî ne di ewlehiyê de ne.