52 kesên li konbajar diman jehrî bûn

  • 14:49 5 Hezîran 2023
  • Rojane
 
AMED - Li konbajarê Amedê ku 900 mexdûrên erdhejê lê dijîn, 52 kes jehrî bûn. 
 
Hat îdiakirin ku li Navenda Bicihbûna Demkî ya Peyasê ya li navçeya Peyas a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê hatiye avakirin û 900 kes lê dijîn, 52 kes ji ber xwarinê jehrî bûne. 52 kes bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û hatin tedawîkirin.