Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey hat tehliyekirin

  • 13:09 5 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
 
ENQERE - Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey û endamên MYK'ê jî di nav de ya li 8 sendîkavanan hatibû vekirin, hat dîtin. Di rûniştinê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey a girtî dihat darizandin, hat tehliyekirin.
 
9'emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirustiyê (SES) Selma Atabey û endamên MYK'ê jî di nav de ya li 8 sendîkavanan hatibû vekirin, li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, hat dîtin. Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey ji girtîgeha lê girtîbû anîn rûniştinê. Gonul Erdem a di hepsa malê de ye ji Dêrsimê bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Erdal Turan, Ramazan Baş, Fikret Çalagan, Bedriye Yorgun ên berdayî tên darizandin li rûniştinê amade bûn. Tevî parêzeran, gelek rêveber û endamên sendîkayê tevlî rûniştinê bûn. 
 
Rûniştinê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. 
 
Selma Atabay a ku di rûniştinê de mafê axaftinê girt diyar kir ew îddiayan qebûl nake û daxwaza tehliyeya xwe kir. 
 
Heyeta Dadgehê ya piştî parastinan biryara xwe da biryar da ku Selma bi şertê kontrola edlî bê berdan. Rûniştina din taloqî 2'yê Cotmehê hat kirin.