Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo zarokan bang

  • 22:18 4 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Efrîn û Şehbayê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên têkildarî mafên zarokan kir ku dawî li şerê Sûriyeyê bîne û jiyaneke aram û tendurist ji bo zarokan peyda bike.
 
Bi minasebeta Roja Cîhanî ya Zarokên Bêguneh ên Qurbaniyên Êrîşan, bi dehan endamên saziyên sivîl û yekitiyan li goristana şehîdan a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.  Kesên beşdar wêneyên zarokên di Komkujiyên Til Rifet û gundê Aqîbê de şehîd bûne, hatin rakirin.
 
Endamê Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Efrîn û Şehbaypê Rustem Yûsif daxuyanî xwend. Di destpêka daxuyaniyê de balkişand ser rewşa zarokên Efrînê û zarokên koçber ên li Şehbayê hat kişandin, ku bi binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker re rû bi rû ne.
 
Di berdewama daxuyaniyê de bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a têkildarî zarokên ku di êrişa dagirkeriyê ya li ser Efrînê de jiyana xwe ji dest dane, hat bibîrxistin û ev agahî hatin parvekirin: “Li gorî bîlançoyê, 76 zarokan jiyana xwe ji dest da, ji wana 14 zarok bi teqînên mayîn û bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane, 330 zarok jî birîndar bûne. Hin zarok jî astengdar bûn. Her wiha hinek zarok ji ber tirsa zêde û dengê top û balafiran, bi nexweşiyên ketin.Civaka navneteweyî şirîkê sûcên li dijî zarokan e, destê wê di xwîna zarokên bêguneh de heye.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li rêxistin, komeleyên sivîl, hiqûqî û mirovî yên têkildarî mafên zarok û mirovan, hat kirin ku bi lez destwerdan bikin, dawî li şerê Sûriyeyê û rijandina xwîna kesên bêguneh bi taybet zarokan, bînin û jiyana aram û tendurist ji wan re peyda bikin.