Li Den Haagê berxwedana Mexmûrê hat silavkirin

  • 18:16 3 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Den Haagê, berxwedana Gelê Mexmûrê silav kirin û dewleta Iraqê û ya Tirk protesto kirin.
 
Endamên Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê û Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Kurd a Amsterdamê, li ber avahiya Meclisa Hollandayê ku li Den Haagê ye çalakî li dar xist. Di çalakiyê de êrîş û girtina dora Wargeha Mexmûrê ya dewleta Iraqê hatin protestokirin.
 
Hevserokê Meclisa Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê Dr. Azad Badikî, diyar kir ku berpirsên esil ên êrîşên bi ser Mexmûrê, rayedarên NY’yê ne ku bi erka xwe ranabin û wiha got: ‘’Dewleta Tirk ku ev ji xwe re kir fersend, bi balafirên biçek ên bêmirov sivîl qetil kirin, artêşa Iraqê ya dagirker jî xwest xelkê heps bike.”