Jinên ciwan ên herêma Firatê komxebatek li dar xistin

  • 14:22 3 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ciwan ên herêma Firatê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komxebatek li dar xistin.
 
Bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî, ser bixe azadî” komxebata jinên Ciwan ên herêma Firatê hat lidarxistin. Di komxebatê de di çarçoveya rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hezkirina jin, jin û malbat, têkiliya rast û çareseriyê de nîqaş hatin kirin.
 
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê Hevseroka Desteya Ciwanan Avaşîn Misto axivî û got: “Bi fikir û ramanê Rêber Apo jina koledar zîncîra koletiyê qetand û xwe îsbat kir. Roj bi roj tecrîda giran a li ser Rêber Apo didome, CPT jî qaşo saziyeke mirovî ye, lê bi erka xwe ranabe. Dixwazin fikra Rêber Apo sînordar bikin lê dîsa jî nikarin, ji ber ku jinê bi fikra Rêber Apo xwe îsbat kiriye."
 
Hevseroka Akademiya Viyan Amara Sûad Xelîl jî axivî û wiha got: “Rêber Apo dibêje, divê her kes şexsê xwe di dahûrandinê re derbas bike, windakirina nasnameyê jî heye, nasnameya jinê çi ye? Netewa xwe çi ye? Çînatiya xwe çi ye? Divê her ji xwe bipirse.”
 
Endama Desteya Ciwanan Bişra Mûse jî ev tişt got: “Rêber Apo ji bo jinê her tim têkoşîn kiriye, bi saya fikir û felsefeya Rêbertî êdî di her warî de jinê xwe îsbat kiriye.”
 
Endama Jinê Ciwan Silava Nesan jî diyar kir ku armanca komxebata wan ew e ku çawa karibin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkînin û got: “Rêber Apo jin kir pêşengê şoreşê. Ji bo wê divê jin her tim xwedî li Rêberê xwe derkevin û bi yekîtiya jinê em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Em ê bi ruhê jinê zîndana îmraliyê bişkînin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin."
 
Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.