Li Amedê aqûbeta kesên windayî hat pirsîn

  • 12:17 3 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 747’emîn de Salih Çalik û Sînan Fîdan ên ku hatin windakirin û 29 sal in tu agahî wan nayê girtin, aqûbeta wan pirsîn.  
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 747’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan û yên hatine qetilkirin, hat vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Salih Çalih û Sînan Fîdan ên k udi 6’ê Hezîrana 1994’an de li gundê Şahlat a navçeya Kocakoy a Amedê ji aliyê leşkera ve hatin binçavkirin û windakirin piştre agahî ji wan nehat girtin, hat pirsîn.  
 
‘Lêgerîna wan a edaletê berdewam dike’
 
Destpêkê de Sekreterê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Yakûp Guven axivî û anî ziman ku xizmên windayan  bi salan in di nava lêgerînê de ne û destnîşan kir ku lêgerîna wan a edaletê û têkoşîna wan berdewam dike.
 
Piştre jî endama Lijneya Rêvebiriya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim, çîroka Salih Çalik û Sînan Fîdan xwend.
 
 Leşker operasyon didin destpêkirin
 
Derya, anî ziman ku Salîh Çalik ê ku li gundê Şahlatê dijî di sala 1993’yan de leşkeran gundê wan şewitandiye û neçar dimîne ku bi malbata xwe re koçberê Amedê dike. Derya, da zanîn ku ji ber li gund zeviyên wan hebûne Salih Çalik her tim diçû gund û dihat. Derya, da zanîn ku roja bûyerê Salih Çalik li gund bûye û leşkeran li cihê gund operasyon daye destpêkirin.
 
Tên binçavkirin
 
Derya, wiha berdewam dike: “Di operasyonê de leşker tên navenda gund û bi çekên lûle dirêj gund gulebaran dikin. Ji ber gulebaranê du gundî jiyana xwe ji dest didin. Di bûyerê de Sînan Fîdan jî ji nigê xwe birîndar dibe. Ji ber ku birîndar bûye nekariye ji gund derbikeve û diçe mala Suleyman Muntaş. Leşkeran cihê ku maye tespît dike û bi ser malê de digirin. Di dema serdegertinê de xwediyê malê Suleyman Muntaş, Sînan Fîdanê birîndar û Salîh Çalik ê ku ji bo tedawiyê hatibû wî malê, ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Suleyman Muntaş piştî 25 rojan tê berdan. Suleyman Muntaş ê k hat berdab, anî ziman ku ew du rojan li cem Salih û Sinan maye û piştre ew herduyan li cem wî birine û ji wê rojê şûnde ji wan tu agahî negirtine.
 
29 sal in winda ne!
 
Malbatên ku der barê aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan de bi dest nexistin; serî li Serdozgeriy Komara DGM ya Amedê didin. Dayika Salîh Çalik ji dozger re dibêje ‘2 kesên ji mala Suleyman Muntaş ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û Muntaş şahidê vê yekê ye.’ Lê belê dozger bi gotina ‘Me ev kes negirtin, herin ji rêxistinê bipirsin’, daxwazname ji malbatê re vegerand û daxwaza malbatan red kir. Malbat ji hemû hewldanên xwe yên ji bo eşkerekirina aqûbeta zarokên xwe nikarin encamê bigirin. Ji wê rojê û pê ve êdî tu agahî ji Salih Çalik û Sînan Fîdan nehat girtin.”
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê  bi dawî bû.