Li Munîhê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin

  • 10:39 3 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Munîhê Kurd û enternasyonalîst berxwedana xelkê Mexmûrê silav kirin û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.
 
Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 15 roj in, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.
 
Li dijî hewldana dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ji aliyê artêşa Iraqê ve, li paytexta Bavyerayê Munîhê mîtîngek hat lidarxistin.
 
Gel û enternasyonalîst bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û ciwanên Kurdistanê hatin ba hev û hewldana dorpêçkirinê protesto kirin, berxwedana xelkê wargehê silav kirin. Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî daxuyaniya TJK-E’yê hat xwendin.
 
Di çalakiyê de banga piştevaniya bi xelkê Mexmûrê hat kirin û dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ hat berzkirin.
 
Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigire. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.