Foza Yûsif: Rêveberiya Xweser dê bibe navnîşana çareseriyê

  • 09:53 3 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif, da zanîn ku pirsgirêka bingehîn a Sûriyeyê, netewe dewlet û nebûna pergaleke demokratîk e û got: "Modela yekane ya ji hemû gelên Sûriyeyê re bibe bersiv jî Rêveberiya Xweser e."
 
Geşedanên siyasî yên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ligel êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaşên derbarê çareseriya aloziyan jî didome. Endama Konseya Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, li ser pirsgirêka Sûriyeyê û hûrguliyên wê, pirsên ANF’ê bersivandin.
 
'Nebûna pergaleke demokratîk bi pirsgirêke'
 
Foza di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser bingeha krîza Sûriyeyê: "Rewşa jê re pirsgirêka Sûriyeyê tê gotin, nebûna pergaleke demokratîk, mafên olî û jinan e. Ev, pirsgirêka hemû dewletên li herêmê ye. Ji ber nebûna pergaleke wiha, rê li ber gelek pirsgirêkên siyasî û aborî vebû. Bi vê jî rê li ber krîza civakî vebû. Rastiya netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn, hêzên serwer ku şerê Cîhanê yê Yekemîn kar kir, li ser nijadperestî, olperestî û zayendperestiyê dewlet ava kirin. Ji van netewe dewletan yek jê jî Sûriye bû ku di vî şerî de parçe bû. Dewleta Sûriyeyê jî ket heman rewşê. Çimkî Sûriyeyê jî xwe spart netewe-dewletê. Bi heman awayî Kurd, Suryan û pêkhateyên civakî ku li Sûriyeyê dijîn, hatin înkarkirin. Ji ber vê, ji xeynî zextan rê li ber pirsgirêkên siyasî û olî jî vebû. Ji ber pêvajoya em tê re derbas bûn, ji ber tiştên qewimîn, di nava civaka Sûriyeyê de, ji ber aciziyên li dijî vê pergala nedemokratîk rê li ber destpêbûna tevgerînên sala 2011’an vebû. Ji wê boneyê ye ku mirov dikare bibêje ku pirsgirêka bingehîn a Sûriyeyê, netewe dewlet û nebûna pergaleke demokratîk e.
 
'Gelan di sala 2011'an de serî hilda'
 
Foza Yûsif da zanîn ku beriya sala 2011’an jî pirsgirêk hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo mînak; siyaseta nijadperest a li Rojavayê Kurdistanê ya sala 2011’an. Sedema derxistina komên radîkal li gelek herêman, polîtîkayên olî bûn. Pirsgirêkên cidî yên zayendperest hebûn. Rewşa sala 2011’an li tevahiya Rojhilata Navîn bi îflaskirina netewe dewletê derket holê. Ev pêvajoya wek bihara Ereban dest pê bû. Îflasa netewe dewletê li Sûriyeyê bi aşkerehî derket holê. Netewe dewlet êdî nikare xwe bi rê ve bibe, bi guherîn û veguherînan pêdivî bi avakirina pergaleke din heye. Çimkî xitimînek hebû. Ne bi tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Sûriyeyê xitimîn hebû. Ya balkêş jî ew bû ku tevgerîn li Deraa’yê dest pê bû. Ji vê xuya ye ku pirgsgirêka Sûriyeyê hatiye asteke wisa ku mirov nikare tehemulê wê bike. Lewma sala 2011’an gelan serî hilda."
 
'Daxwaza diyalogê hebû'
 
Endama Konseya Hevseroka PYD'ê Foza, destnîşan kir ku gelên Sûriyeyê dixwest pergalek bê avakirin û wiha bi lêv kir: "Mirov dikare ji du aliyan ve bi vê de bikeve. Yek; bingeha destpêbûna serhildanê aciziyên gel bû. Daxwazên gel, gelek bûn. Daxwaza asas, wekhevî bû. Ji wê boneyê jî divê pergal bê guhertin. Daxwaz ji bo danîna diyalogê hebû. Ji ber ku xizanî û bêedaletî zêde bûn. Azadî nîn bû, zext pir bû. Li her derê pergala mixeberatê û ewlehiyê hebû. Li cihên Kurdan, nasnameya Kurdan dihat înkarkirin, pirsgirêkên aborî û demokratîk. Li cihên Ereban pirsgirêkên demokrasî, aborî û civakî gelek bûn. Nasnameyên civakî dihatin înkarkirin. Gava mirov van hemûyan tîne ber hev, gelên Sûriyeyê dixwest ku pergalek bê avakirin ku cihê hemû gelan di nav de hebe."
 
'Pirsgirêkên mezintir derketin holê'
 
Foza, da zanîn ku krîz, di nav 12 salan de bû sedema gelek êş û xerakirinê û wiha axivî: "Bi milyonan kesan koç kir, bi sedhezaran kes hatin kuştin û bi sedhezaran kes jî birîndar bûn. Binesaziya Sûriyeyê gelek xera bû, hin bajar ji binî ve îmha bûn. Şerê DAÎŞ’ê û pirsgirêka Sûriyeyê ku zêde li ber xwe da, bi neyînî bandor li Sûriyeyiyan bû û bûn koçber.  Bi xizaniyê ev yekcar zêde bû. Zêdeyê nîvê gelên Sûriyeyê di nava xizaniyê de ne. Di warên zanist û perwerdehiyê de jî texrîbat zêde çêbûn. Bi van xemû texrîbatan civak birîndar bû. 12 sal in rû bi rûyê van pirsgirêkan in û bi van hemûyan rê li ber pirsgirêkên mezintir vedibe."
 
'Bandora hêzên ku li Sûriyeyê hatin bicihkirin'
 
Foza di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bandora hêzên ku li Sûriyeyê bi cihbûne: "Hikûmeta Sûriyeyê, ku têkildarê vê mijarê bida dûv rêbazeke aştîxwaz, demokratîk û diyalogê, dibû encam cihê bûya. Bi destwerdana hêzên ji derve jî helwesta hikûmetê li dijî tevgerên gel, tundwar bû. Bi destwerdana hêzên ji derve, her kesî li gor berjewendiyên xwe dest tê werda. Tirkiyeyê, bi Cebhet El Nusra û komên din dest tê werda. Sala 2015’an Rûsyayê dest tê werda. Piştî sala 2014-2015’an, pirsgirêka Sûriyeyê bû pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Çimkî gelek hêz li Sûriyeyê bi cih dibin, bi pevçûnên dijwar, bi tevlêbûyîna hêzên wan, bû pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Her hêz li gorî berjewendiyên xwe xwest perspektîfê bide hêzên li Sûriyeyê."
 
'Înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser girîng e'
 
Foza Yûsif, diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, înîsiyatîfa çareseriyê ava kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di rewşa siyasî ya îroyîn de, cardin dixwaze ku projeya xwe ya çareseriyê pêşkêş bike. Çimkî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê hêzeke giring e. Ji sedî 30’ê gelên Sûriyeyê di bin banê Rêveberiya Xweser de tên birêvebirin. Wan hem projeyeke çareseriyê heye, hem jî bi îradeya siyasî û leşkerî xwe da pêş. Lewma, înîsiyatîfa Rêveberiya Xweser girîng e. Rêveberiya Xweser, ne bi tenê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kiriye ku ew ji hemû gelên Sûriyeyê berpirs e. Her wiha xwest ku bide zanîn ku ew li ser erdê Sûriyeyê dijî. Ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê vîna xwe derdixe pêş."
 
'Modela yekane ji bo Sûriyeyê Rêveberiya Xweser e'
 
Endama Konseya Hevseroka PYD'ê Foza Yûsif, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û mîsyona Rêveberiya Xweser: "Diyar e ku bêyî Rêveberiya Xweser wê tu serkeftin nîn be. Modela yekane ya ji hemû gelên Sûriyeyê re bibe bersiv, Rêveberiya Xweser e. Ji bo welatên Ereb jî bi rolekê girîng radibe. Çimkî ji ber hemû hewil û kirinên di vê mijarê de hatine kirin, Rêveberiya Xweser hişyarî kiriye ku xeletiyên li Astana û Soçiyê cardin neyên kirin."