ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 3 Hezîran 2023
  • Rojev
 
*Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşedanên Mîrovî ya Astengdaran xwedî li kesên astengdar derdikeve û gelek pîşe û faaliyetên jiyanî ji wan re pêş dixîne. DÎMEN HEYE
 
* Koçberiya bi zorê, xizanî, fihûş, tiryak, destdirêjî, şîdet, sixûrtî hwd. li Sûra Amedê piştî qedexeyên sala 2015'an wek polîtîkayeke taybet a şer hat meşandin. Jinên ku li vir dijîn diyar kirin ku dev ji jiyana Sûrê bernadin û gotin: "Li dijî her cureyên êrişan dê parastina çand û dîroka xwe ya Sûrê bikin." BI DÎMEN 
 
*Sevda Turgal ya ku 7 sal ceza lê hatibû birîn û tevî dosya li dadgeriyê bû li girtîgehê ceza temam kir, hat tahliyekirin. Sevdayê got lijneyên îdarî yên girtîgehan ji bo pêşî li tahliyeya girtiyan bigirin bi hincetên cuda demê dirêj dikin û got tecrîd her diçe giran dibe divê girtî neyên jibîrkirin. BI DÎMEN 
 
*ÎHD û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Bila winda bê dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 747'emîn de li Amedê bidomîne. (11.00) BI DÎMEN