Doza gumanbarê Cansu Geyîk hat taloqkirin
- 18:17 2 Hezîran 2023
- Rojane
ÎZMÎR - Doza gumanbar Metîn Aydogdu yê ku Cansu Geyîk qetil kir, li 16’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê hat dîtin û dozger jib o gumanbar daxwaza muebeta giran kir û xwest ji daxistina takdîrî jî neyê kirin.
Di 20’ê Gulan a2022’an de li Îzmîrê jina bi navê Cansu Geyîk jia lyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû û biryara parastinê dabû girtin Metîn Aydogdu ve hat qetilkirin. Sêyemîn runiştina doza gumanbar li 16’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê hat dîtin. Gumanbar, parêzer û malbata wî di runiştinê de amade bûn. Her wiha parêzerên malbata Cansuyê û malbata wê jî tevli bûn.
Meclîsa Jinan a Îzmîrê, Koma Têkoşîna Li dijî Tundiyê ya Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Karabaglar daxuyaniyek hevpar li ber edliyê dan.
Dozger ji bo gumanbar daxwaza cezayê muebeta giran kir û xwest ji daxistina takdîrî jî neyê kirin. Heyeta dadgehê runiştin taloqî 7’ê Tîrmehê kir.