ROJEVA 02'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 2 Hezîran 2023
  • Rojev
 
* Rojnameger Bêrîtan Zagros, diyar kir ku heta niha derbarê kujerê Endama Akademiya Jîneolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel de tu agahî nehatiye dayîn û got: "Kujerên siyasetmedar, welatparêz û rojnamegeran direvîn Hewlêrê. Rewa wan a li Hewlêrê ne tesadûfiyê. Hewlêr ne ji bo gelê başûrê, ne jî ji bo kurdan cihek ne bi ewle ye."
 
*Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ku nexweşa şekir, tansiyon, kolestkol, fitqa pişt û stu ye ji 2019’an de ye girtî ye. Ji bo dermankirina wê di hawirek rehet de bê kirin anîn GirtîgehaTîpa R ya Menemen a Îzmîrê  lê ev mehek dernaxin revîrê.
 
* Li Wanê pincarê di mehên bihar û havînê de tên berhevkirin, hem li ser sifreyan hem jî li ser tezgahan cihê xwe digire. Jinên ji qûntarên Keleha Wanê pincar berhev dikin hem sifreyên xwe dewlemend dikin û hem jî ji şifa wê para xwe digirin. DÎMEN HEYE
 
*Kifşkirina zanînê rêzdariya li hember wê zanînê ye. Ev ji evîna Leyla û Mecnûn, ji şikefta ku Mecnûn Leyla temaşe dikir, ji pîroziya Laleş ya bi xwezayê re, ji xezîneya nan a Sitiya Ez, ji pîroziya Xatuna Fexre, ji artêşa Sitiya Nîsra, ji heyeta tovê di axê de zindî dibe û biriqîna çavên zarokên ku porên wan dirêj dikin. NIQAŞÊN JINELOJIYÊ