Kadîr Şeker hat girtin
- 21:35 1 Hezîran 2023
- Rojane
KONYA – Kadîr Şeker ê 10 sal û 10 meh ceza lê hatibû birîn cezayê wî ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin û hat girtin.
Li Konyayê li kolanê mêrê bi navê Ozgur Duran jina bi navê Ayşe Dirla derb dikir û wê navberê de Kadîr Şeker ku hewl da Ayşe Dirla xilas bike, Ozgur Duran kuşt. Dadgeha herêmî ku 10 sal û 10 meh ceza li Kadîr Şeker birîbû, ji aliyê dadgeriyê ve hat erêkirin. Kadîr piştî erêkirina li navçeya Kadinhani hat binçavkirin û hat girtin.
Kadîr di 7’ê Tîrmeha 2022’an de ji girtîgeha Akeşhîr hatibû tahliyekirin.