Li Muglayê bîranîna Gezî: em ê pêşeroja xwe ava bikin

  • 19:34 1 Hezîran 2023
  • Rojane
MUGLA-  Hêzên Demokrasî û Kedê ya Muglayê diyar kirin ku berxwedana Geziyê ji aliyê mîlyonan kesên ku ji bo mafên xwe, xweza û bajar biparêzin , hatiye afirandin û wiha hat vegotin: “Em bi hev re ji nûve hêviyê zindî bikin, stranên xwe bêjin û em ê bi hev re pêşerojên xwe ava bikin.”
 
Hêzên ked û Demokrasiyê ya Muglayê bi armanca salvegera Berxwedan Gezî li Qada Sinirsizlik daxuyaniyek da û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.
 
Nûnera Platforma Şaxa KESK  a Muglayê Bahar Tamer û Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Muglayê Bîrdal Savran daxuyanî xwend.  Di daxuniyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî polîtîkayên zextxwir divê hêvî bê zindîkirin. Di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Berxwedana Geziyê ji aliyê mîlyonan kesên ku ji bo mafên xwe, xweza û bajar biparêzin , hati afirandin. Em bi hev re ji nûve hêviyê zindî bikin, stranên xwe bêjin û em ê bi hev re pêşerojên xwe ava bikin.”