IFJ: Li girtîgehên Îranê 12 rojnameger girtîne

  • 18:23 1 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- IFJ’ê girtin û revandina rojnamevanên li Îranê şermezar kir û xwest hemû rojnamevanên girtî bên berdan.
 
Serhildana gel a ku di 16’ê Îlona 2022’an de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, bi girtin û revandina hejmarek zêde xwepêşander û rojnamevanan didome. Federasyona Navdewletî ya Rojnamegeran (IFJ), lîsteya rojnamevanên girtî weşand û zexta rejîma Îranê ya li ser medyayê bi tundî rexne kir û ‘sûcdariyên bêbingeh’ ên li dijî rojnamevanan şermezar kir.
 
Serokê Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan Dominique Bradalie, girtina rojnamevanan li warê navneteweyî de wek ‘hişyariyek cidî’ nirxand û teqez kir ku rojnamegerî ne sûc e û divê hikûmeta Îranê hemû rojnamevan û aktîvîstên medyayê yên girtî berde.Hat diyarkirin ku heta niha li girtîgehên Îranê 13 rojnamevan girtî hene.
 
Rojnamevan Nîlufer Hamîdî û Elha Mohammadî, Îman Bahbsend, Weda Rabbanî, Farzana Yahya Abadî, Farkhunda Ashourî, Hashem Moazinzade, Maral Dar Efrîn, Amir Maskanî, Siyamend Mohtadî, Gina Mudarres Karajî û Kamîar Fakour di nava rojnamevanên ku li girtîgehên Îranê tên girtin de ne.
 
Li hemberî vê yekê Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di Gulana borî de herî kêm 107 kes hatine girtin û revandin û li gorî agahiyan 54 Kurd, 21 jin, 6 aktîvîstên medyayê, 6 mamoste û xwendekarek jî di nav girtiyan de hen