Girtiya nexweşa giran hat surgunkirin

  • 09:04 1 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Girtiya PKK’yî ya nexweşa giran Hazîne Alçi ya 24 sale girtî ye û bi protezê hewl dide li ser piyan bimîne, di meha Nîsanê de ji Bakirkoyê surgunê girtîgeha Gembezeyê hat kirin. Piştî rapora ku ATK’ê amade kir û got divê demildest amelyet bibe, dadgehê daxwaza emelyetê red kir. Hazîneyê  peyama divê demildest bê emelyetkirin da.
 
Hazîne Alçi ji Hezex a Şirnexê ye û girtiya PKK’iye. Hazîne di 1999’an de dema 25 salî bû ji Ermenîstanê teslîmê Tirkiyê hat kirin. Li gorî daneyên ÎHD’ê Hazîne yek ji girtiyên nexweş ya girane. Hazîne ya ku 50 salî ye di pêvajoya girtinê de bi gelek binpêkirinan re hat rû hev.
 
Hazîne li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê surguên girtîgeha Gebzeyê hat kirin. Hazîneyê ku bi çekê birîndar bibû û çima wê de xesar çêbibû ji çonga wê heta kulîmeka wê parçe bû û platîn lê bi cih kirin. Ji ber vê wê her tim bi platîn bimîne. Hazîneyê nêzî 18 salan e bi platînê hewl dide li ser piyan bimîne. Di cotmeha 2009’an de li Nexweşxana Lêkolîna Samatyayê proteza wê hat guhertin. 
 
Malbata Hazîneyê ku hefteyên borî çû hevdîtina wê rewşa dawî ya keça xwe ji JINNEWS’ê re vegotin.
 
Divê demildest emelyet bibe
 
Malbatê diyar kir ku Hazîne di meha Nîsanê de bêyî hincet surgunê girtîgeha jinan a Gebzeyê hatiye kirin û beriya bê surgunkirin jî ATK’ê rapor amade kiriye. Malbatê wiha got: “Di raporê de tê gotin ku Hazîne di şertên girtîgehê de bimîne jî divê li cihekî bi asansor b icih bibe û nikare di derenceyan re hilkişe. Dîsa di raporê de tê gotin ku divê demildest bê amelyetkirin. Lê Dozgeriya Bakirkoyê û îrada girtîghê rapor girtin, rapor niha ligel wan e.”
 
Ji ber nivîn tune li mutbexê radizê!
 
Malbatê daxuyakirin ku dema Hazîne surgun kirine, nivîna ku ji bo nexweşiya wê jê re girtibûne nebirine Gebezeyê û wiha dirêjî dayê: “Hazîneyê got nivîn tune ye û li qada hevpar radizê.  Du hefte berê bi wesîleya 19’ê Gulanê roja sêşemê me hevdîtina vekirî pêk anî. Nivîna ku me taybet girtibû nebirine wir. Beramberê vê pere xwestin. Me 750 lîra pereyê kargoyê şand. Lê hîna jî neşandine. Ji ber vê niha li mutbexê radizê.”
 
5 sal in plantîn nayê nûkirin
 
Malbatê wiha dirêjî daye: “Xwarinên girtîgehê nayên xwarin. Hazîneyê got ji kantînê zeytun û penîr digirin. Dadgehê daxwaza amelyetê red kir. Di pandemiyê de bijîşkan li ruyê wan mêze nedikir. Rewşa Hazîneyê ne başe. Vîdeyên platîna wê sist bûn 5 sale derbas bûye. Bi vî awayî têkoşîna jiyanê dide. Daxwaza Hazîneyê ev e ku demildest bê dermankirin. Ger hiqûq û demokrasî hebûna wê Hazîne bihata berdan. Lê ji ber em Kurd in vê rewa dikin.”
 
Rapora 'dikare girtî bimîne'
 
Di cotmeha 2009’an de li Nexweşxana Lêkolîna Samatyayê protez hat guhertin. Hazîneyê diyar dike ku ev protez dişibe îskela înşatê û li her çar alî protezê bizmar hene. Hazîne divê bi rêk û pêk bê kontrollkirin. Lê mixabin her tim tê astengkirin. Her wiha Saziya Tipa Edlî jî ji bo Hazîneyê rapora dikare girtî bimîne daye.
 
Bi gopal li ser piyan dimîne
 
Hazîneyê di 10’ê Çileya 2022’yan de peyamek bi hevkariya parêzerên xwe şand ajansa me û got: “Kalîta protezê evqas xerabe, têde bizmar têl û her tişt heye. Mixabin ji ber şertan dermankirina min jî nabe. Ji ber nexweşxana ez emelyet kirim gotin em te nikarin emelyet bikin tuyê li ser maseyê bimînî. Yanî na ku mirin, gotin tuyê êdî neyê ser xwe. Ji ber vê du gopalan bi kar tînim. Tevî vê rapora dikare girtî bimîne’ dan min.”
Jiyana wê zehmet dike
 
Hazîneyê di pêvajoya pandemiyê de ji ber wê 14 rojan tenê di hucrê de bimîne neçû nexweşxaneyê. Hazîneyê diyar kiribû ku ji ber di odeyê de tuvaleta alaturka heye gelek pirsgirêkan dijî.
 
Cezayê hucrê!
 
Malbata Hazîneyê  meha Çile de çibû hevdîtinê û Hazîneyê peyamek ji ajansa me re şand. Malbatê diyar kir ku Hazîne ne tê dermankirin ne jî dibin nexweşxaneyê. Malbatê wiha got: “Êşbirekê jî nadinê. Êşên wê hene. Bi gopal dimeşe . Tevî her tiştî têkoşîna jiyanê dide. Ji ber Hazîneyê gotiye ‘bi tenduristiya min re eleqeder nabin’ hefteyek cezayê hucrê danê.”
 
Têkoşîna wê didome
 
Malbatê got divê platîna Hazîneyê biguhere û tevî hemû tiştî Hazîne bi morelek mezin têdikoşe û ji bo Hazîneyê sewqî Nexweşxana Lêkolînê ya Hasekê bê kirin daxwazname ji dadgehê re nivîsîne û wiha gotin: “Ji bo Hazîne bê berdan  û dermankirina wê bê kirin me daxwazname nivîsî. Lê qebûl nekirin. Xwarinên girtîgehan gelek xerabin. Baş xwedî nabin. Porsiyonên wan biçûk in. Ji Kantînê penîr û zeytunan digirin. Me ji Hazîneyê re şimikên ortopedîk girtin lê ew jî qebûl nekirin. Her tiştî ji kantînê digirin.”
 
Hazîneyê bi hevkariya malbatê daxwazên xwe ragîhadin û diyar kir ku divê demildest bê dermankirin û ev tecrîd bi dawî bibe.