Jin û ciwan li Grîgnyê li dijî tecrîdê daketin qadan

  • 08:42 1 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê, li banliyoya Grîgny a Parîsê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
 
Li banliyoya Grîgny a paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya tevgerên jin û ciwanan ên Ewropayê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hewldanên dewleta Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Mexmûrê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Me bihîst ku herî dawî 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo qedexe kirine. Faşîzma AKP-MHP'ê bi israr nahêle hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran û malbata wî re pêk were. Em ê vê tecrîdê tu carî qebûl nekin û hînî jiyana bê Rêbertî nebin. Bi zextên PDK û dewleta tirk, hêzên Iraqê dor li Kampa Penaberan a Mexmûrê digirin. Em vê polîtîkayê jî tu carî qebûl nakin. Bila her kes zanibe ku em ê bibin dengê berxwedana xelkê xwe yê Mexmûrê. Ev çalakiya me ji bo hişyarkirinê ye. Weke Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger em ê ji niha û pê ve bê navber çalakiyan bikin. Em hişyariyê didin hêzên Iraqê û dewleta tirk a faşîst."
 
Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Mexmûrê" hatin qîrîn.