Di çalakiya li ber NY’ê êrîşên li hember Mexmurê hatin protestokirin

  • 23:31 31 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistaniyên di çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê hatin gel hev hewldana dagirkirina Wargeha Mexmurê protesto kirin û wiha gotin: “Fikrên Rêber Apo ji bo gelen Rojhilata Navîn rizgarî ye.”
 
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê berdewam e. Di çalakiyê de hewldana dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya artêşa Iraqê hat protestokirin û hat destnîşankirin ku fikirê Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî û rizgarî ye.
 
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK) Tûba Yilmaz, wiha axivî: “Di sedsala em tê de ne, dewletên serwer ku Kurdistan kirine çar parçe, dîsa hewil didin ku dest di sînoran wer bidin, wan pêdivî bi danîna sînorên nû heye. Ji bo di vê guherînê de Kurd nebin xwedî maf, pêşî dewleta Tirk, dewletên çavdêr zend û bend badane. Lewma dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekcar giran dike.”
 
Berxwedan wê bidome
 
Tubayê got ku giringiya fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn gelek e û wiha pê de çû: “Ev li Rojava bi eşkerehî hat dîtin. Bi berxwedana Şengalê, Kobanê û hemû gelên herêmê û bi şerê li dijî DAÎŞ’ê ev rastî hat peyitandin. Bêyî fikir û dîtînên Rêber Apo tu serkeftin nîn e. Gava pêvajoya hilbijartinê û roja hilbijartinan astengî gelek bûn, lê Partiya Çepên Kesk negihîşt hedefa ku da ber xwe. Ji bo dawî li zilma li Kurdan tê kirin were divê mirov pêşî tecrîdê ji holê rake. Dewleta Îranê pêşengên berxwedana bi qetilkirina Jîna Emîniyê dest pê kirin, bi dar ve kirin. Lê çi jî bikin wê berxwedan berdewam be.”
 
Tubayê bal kişand bi ser dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew çi jî bikin, wê têkoşîna me ya ji bo azadiyê berdewam be û em ê eseh bi ser bikevin.”