Meryem Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
- 18:28 31 Gulan 2023
- Rojane
ÎZMÎR - Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çep a Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim ku di 30'yê Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Eskîşehîrê de hatibû binçavkirin û cezayê hepsa malê lê hatibû birîn, hat girtin.
Piştî ku dozgerê dosyeyê ji bo cezayê hepsa malê îtiraz kir, Meryem ji bo îfadeyê çû Edliyeya Îzmîrê û li vir hat girtin.
Meryem ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Şakranê ya Jinan.