Encamên hilbijartina parlamenteriyê di rojnameya fermî de hat weşandin

  • 19:54 30 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Encamên teqez yên hilbijartina giştî ya parlamenteriyê fi rojnameya fermî de hat weşandin.
 
Hilbijartinên giştî yên parlamenteriyê yên dema 28’emîn ku di 14’ê Gulanê de pêk hat di rojnameya Fermî de hat weşandin. Di biryara di rojnameya fermî de hat weşandin de, hejmara parlamenterên ku partiyên siyasî û serbixweyan derxistine; li gorî bajaran belavbûna  dengên derbasbûyî yên giştî li gorî partî û serbixweyan belavbûn; hejmara parlamenterên qezenckirin; parlamenterên hatine hilbijartin bi nav û paşnav û partiyên siyasî yên girêdayê wan e cih girtin.
 
Li gorî vê hejmara hilbijêran li welat 60 mîlyon 712 hezar û 745 e, yên deng bikaranîne jî 53 mîlyon 994 hezar û  49 kesî deng bikaranîne. Ji van mîlyonek û 365 hezar û 86 deng nehatine derbaskirin û rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 88.92 ye.
 
Ji derveyê welat jî bi giştÎ 3 mîlyon û 423 hezar û 759 hilbijer hebûne, bi giştî mîlyonek û 841 hezar û 846 kesî deng bikaranîye û hejmar dengên nehatine derbaskirin jî 27 hezar û 440 bû. Rêjeya tevlibûnê jî ji sedî 53.80 ye.
 
Li gorî biryarê yê AKP’ê 268, yê Yenîden Refat 5, yê MHP’ê 50, yê Partiya Çep a Kesk 61, yê TÎP’ê 4, yê CHP’ê 169, yê Îyî Partî jî 43 parlamenterên wan hene.