Li Muglayê jinek hat qetilkirin

  • 17:43 30 Gulan 2023
  • Rojane
MUGLA-Li Muglayê mêrê bi navê Murat Bozkurt, jina bi navê Hasret Çakir qetil kir.
 
Li navçeya Koycegîz a Muglayê jina bi navê Hasret Çakir li şaneşîna mala xwe bi çekê qetilkirî hat dîtin. Li ser îxbara li Navenda Lezgîn a 112’an ekîbên cenderme û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
 
Hasret piştî mudaxaleya ewil rakirin Nexweşxana Dewletê ya Koycegîz û li nexweşaneyê jiyana xwe ji dest da.
 
Piştî lêkolînkirina qeydên kamerayê derket holê ku Murat Bozkurt Hasret qetiklirin. Hat hînbûn ku gumanbar li Bodrumê hatiye binçavkirin.