Kongreya Star li Helebê bi jinan re cîvînan dike

  • 15:48 30 Gulan 2023
  • Rojane
 
Midiye Mîqted
 
HELEB - Di pêşengiya Kongreya Star de li taxa Şêxmeqsûd  û Eşrefiyê yên Helebê bi jinan re rêzecivîn tên kirin. 
 
Ev bû 5 roj ku ji aliyê Kongra Star ve ji bo jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê rêzecivîn tên li darxistin. Civîn bi armanca zelalkirina rewşa heyî a ku li her çar perçên Kurdistanê diqewime û bi taybet rewşa jinê li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûrya yê tên kirin.
 
Derbarê civînan de  Endama Kordenesyona Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd Fehîme hemû ji ajansa me re nirxandin kir
 
Fehîme yê bal kişand ser girîngiya cîvînên bi jinan re û got:" Bi armanca rewşa siyasî ev bu du hefte cîvînên me li taxê dewam dikin. Lê em dibînin di van demên dawî de siyasetek pir qirêj li ser jinê tê  meşandin li ber çavên hemû dewletan û ev dewlet temaşe dikin."
 
Fehîma da berdewamkirin û got:"Civîn bi tevlîbûna hejmarên baş ji jinan derbas dibe, her wiha her jinek pirsa çaranosa xwe ku wê piştî vê siyasetê çawa bibe dike." Her wiha Fehîma îsbat kir û got bi riya tekoşîn û çalakiya  me a domdar em ê azadiya Rêberê PKK' ê Abdullah Ocelan misoger bikin.Azadiya rêbertî azadiya hemû jin û gelan e."
 
Rewşa jinan li Efrînê
 
Her wiha yek ji beşdervanên civîna jinan bi navê Nayle Nasro ji ajansa me re axivî û ev tişt got:"Ev bû nêzî du hefte ji aliyê Kongra Star ve  civîn ji bo jinên taxê tên li darxistin,civîn derbarê zanebûna ji bo endamên civakë ye.  Her wiha nirxandina rewşa siyasî û rewşa jinan li herêmên dagirkirî bi taybet di bajarê Efrînê de."
 
Nayla di dawiya axaftina xwe de bang kir û got:"Em bang LI hemû jinan dikin ku xwe di nava çarçoveya desthiledariyê de nebînin her wiha xwe ji şerê taybet jî bê bandor bihêlin û li dij tecawizkirina zarokan tekoşîn bikin."