Li konê berxwedanê jiyana komunal

  • 12:12 30 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li konê berxwedanê yê li Mexmûrê, li aliyek berxwedan li aliyekî ji bo çaçalakvanan bi awyê komunal amadekarî tên kirin. Li konê berxwedanê dayik ji bo çalakvanan rojane bi aawayê komunal xwarinê amade dikin.
 
Ji 7 salî heta 70’ê salî 11 roj in xelkên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî hewldana artêşa Iraqê ya bi wesayîtên zirxî ku leşker dixwazin dor li Mexmûr bigirin û têl bikin, dewam e. 
 
20’ê Gulanê artêşa Iraqê bi hejmarek zêde ya wesayîtên zirxî û leşkerên xwe hewl da bikeve nava Wargeha Mexmûrê û bi zorê têl û kuleyan danin. Van du rojên dawî artêşa Iraqê giranî dide ser herêma bîrên avê yên wargehê û dixwazin bixin bin kontrola xwe. 
 
Ji wê rojê heta îro xelkên Mexmûrê konê nobedê danîne û li ber vê hewldanê li ber xwe didin. 
 
Li aliyek berxwedan û li aliyeke din jiyana komînal a xelkên Mexmûrê careke din ruhê serketinê û serfiraziyê di dilan de dide çandin.
 
Komek dayikên li jêr konan ji bo çalakvanan xwarinê amade dikin û hêviyên xwe yên serketinê tînin ziman.