Berteka li dij dorpêçkirina Mexmûrê: Em gavê paşde navêjin

  • 09:04 30 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li dijî dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê li berxwe didin dan zanîn ew ê ji têkoşîna xwe gavê paşde navêjin û gotin:" Dixwazin Mexmûrê bikin wekî hepseke servekirî. Ev nêzî 28 sal in em di vê wargehê de dijîn. Em li ser axa xwe ne. Em tu carî dev ji têkoşîn û çanda xwe bernadin. Bila qada navneteweyî jî bi erkên xwe rabin."
 
Ji 20'ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide li derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan dayne. Ji roja destpêkê heta niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin. Xelkê Mexmûrê berxwedana xwe ya li dijî dorpêça li ser wargehê dewam dikin. Leşkerên Iraqê hewl didin bîra avê ya wargehê desteser bike û avê li ser wargehê qut bike. Jinên li Mexmûrê li dijî hewldana dorpêçkirinê li berxwe didin axivîn. Jinan gotin:"Em aştî, xwişk û biratî, wekheviyê dixwazin. Em nexweşiyê naxwazin. Em li vira ne em tu carî dev ji têkoşîn û çanda xwe bernadin. Heta em dimirin jî em ê bimeşin."
 
'Em tu carî dev ji têkoşîn û çanda xwe bernadin'
 
Dayika cangoriyê bi navê Mêrxas, Narinç Kara ya ku li dijî hewldana dorpêçkirina Mexmûrê nobedê digire, li berxwe dide, diyar kir ku ev 42 sal in ew ji bo doza têkoşîna gelê kurd li berxwe dide, ew li dû vê dozê ye û wiha got:"Em muhacir in, ma vana çi ji me dixwazin? Ji roja ewil de ye em li berxwe didin û kesek li me xwedî derneket. Niha jî êrişî me dikin. Dewleta tirk û Mesûd çi ji me dixwazin? Bila bela xwe ji me vekin. Em aştî, xwişk û biratî, wekheviyê dixwazin. Em nexweşiyê naxwazin. Em li vira ne em tu carî dev ji têkoşîn û çanda xwe bernadin. Heta em dimirin jî em ê bimeşin."
 
 
'Dixwazin Mexmûrê bikin wekî hepseke servekirî'
 
Ji Rêveberiya Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Cîhan Kaplan da zanîn ew têkoşîna xwe ya li dijî zilmê dewam dikin û wiha got:"Em li berxwe didin. Lê belê tu awayî hukumeta Iraqê dev ji biryara xwe ya dorpêçkirina Mexmûrê bernedaye. Rojê carekê du caran êrişî wargehê dike. Helwesteke hişk nîşan didin. Heta niha Mexmûrê jî gav paş de neavêtiye. Me gotiye em bi tu şêwazî gav paş de navêjin. Çimkî xwestekên Hukumeta Iraqê hevkarên wê Tayyip Erdogan û PDK'ê em nikarin bi tu şêwazî pêk bînin û em pêk naynin. Xwesteka wan ew e ku dora wargehê dorpêç bikin, têl bikin. Dixwazin Mexmûrê bikin wekî hepseke servekirî. Ev nêzî 28 sal in em di vê wargehê de dijîn. Em li ser axa xwe ne. Em penaberên siyasî ne. Me tu xerabî û zirarek nedaye tu kesî."
 
'Dixwazin ava me qut bikin'
 
Cîhan bi lêv kir ku Hukumeta Iraqê dixwaze ava wan qut bike û wiha pê de çû:"Ew vê rêxistina me qebûl nakin. Dixwazin me tune bikin. Dixwazin bi fikir, raman, îdeolojî, zanistiya xwe me ji Serokatiya me bi dûr bixin. Me ev zilm tu carî qebûl nekir. Loma em ê nehêlin ew bikevin nava me. Em di nava dorpêçê de ne. Dixwazin ava me û ceyranê li ser me qut bikin. Dixwazin erzaqên dikevin nava wargehê asteng bikin. Her wiha dixwazin îradeya me teslîm bigirin. Me ev yek heta niha qebûl nekiriye. Loma bangewaziya me ji gelê kurd û ji gelên cîhanê re heye. Yên dibêjin ez kurd im ên dibêjin ez ji bo mirovatiyê xizmetê dikim gerek îro dengê xwe bilind bike, piştgiriya Wargeha Mexmûrê bike. Bila qada navneteweyî jî bi erkên xwe rabin."