Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin

  • 16:41 29 Gulan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Em ê têkoşîna xwe ya edalet, hiqûq û demokrasiyê bi biryardariyeke mezintir bidomînin.”
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’yan de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 798’emîn de berdewam dike. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Roja 798’emîn a Nobeta me ya Edaletê ye. Em ê li dijî hîle, zext û bêhiqûqiyên dema hilbijartinê ji bo hemû gelên xwe têkoşîna xwe ya edalet, hiqûq û demokrasiyê bi biryardariyeke mezintir bidomînin.”