ROJEVA 29'Ê GULANA 2023'YAN

  • 09:00 29 Gulan 2023
  • Rojev
 
*Endamên Meclîsa DayikênAştiyê ya Geverê bertek nîşanê êrîşên li hember Mexmûrê dan û diyar kirin ku divê her kes xwedî li Mexmûrê derkeve, li dijî şer bin. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Kurd bi salan e li berxwe didin û wê li berxwe bidin. DÎMEN HEYE
 
*Li Semsûrê ku piştî erdhêjê pirsgirêkên paqijî, starbûnê hîna didomin, kavil jî hîna nehatine rakirin. Desthilatdarî jî li dijî bûyerên ku cemaat û tarîkatê ku têde gelek gumanbarên destdirêjiyê hene û konan kontrol dikin bêdeng e. Gelê Semsurê li dijî vê xetereyê bang li hemû saziyên demorkatîk kir û diyar kir ku ger pêşî lê neyê girtin wê bajar ji cemaetê re bimîne. DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Ayşe Hiso têkildarî dewamiya tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku hemû dewletên navneteweyî di nava destpêkirina komployê de cih digirin, girankirina tecrîdê vê yekê dide îsbatkirin û got:"Hemû rêxistin û saziyên di bin navê demokrasiyê de kar dikin û banga wê dikin û bi taybet CPT di bingehê de ji bo berjewendiya dewleta tirk kar dikin. Yek in ji ber ku projeya Rêbertî ya Neteweya Demokratîk wekî metirsiyekê dibînin." DÎMEN HEYE
 
*Nûçegîhana MA'yê Ceylan Şahînlî ya di rûniştina di 16’ê Gulanê de li Enqereyê hat dîtin, tehliye bû wiha got: “Dema em lêpirsîn kirin, endamtiya DFG, nûçeyên me çêkirine pirsîn. Gelo rojnameger çawa nûçeyan çêdike? Di esasê de yekane bersiva van pirsan heye, ew jî rojnamegeriya me ye.”   DÎMEN HEYE