Bi fermana wekîlê AKP'ê nûçegîhana me tehdît kirin

  • 19:55 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Bi fermana Wekîlê AKP'ê yê Mêrdînê Faruk Kiliç, serdozgeriyê dest danî ser telefona rojnameger Oznur Deger.
 
Parlamenterê AKP'ê yê Mêrdînê Faruk Kiliç dema ku li Dibistana Seretayî ya Sitki Turkoglu ya navçeya Qosera Mêrdînê bi zêdeyî 10 parêstvan û şêwirmendan hat ser sindoqa bi hejmara 1295'an û li wir bû bi welatî û rayedarên sindoqê re sohbet kir, nûçegîhana me Oznûr deger xwest dîmen bikişîne lê bi hinceta "binpêkirina jiyana taybet" hat astegnkirin û dîmenên ku wan kêşandin li ser medya dijîtal ji hesabên xwe parve kirin.
 
Parêstvan û şêwirmendên wekîl heqaret li nûçegihanê me kirin, ku di çarçoveya xebatên xwe yên rojnamegeriyê de karê xwe dikir, cîgirê Serokê Navçeya Qoserê yê AKP'ê, anî ziman ku ew parêstvanê Ziya Gumuş û şêwirmendê wî ye û got ku ew destûrê nedin wê nikaribe weşanê bike. 
 
Oznur a ji bo gilî bike bi parêzerê  xwe re çû Midûriyeta Emniyetê bi hineceta "jiyana taybet binpê kiriye" îfadeya wê hat girtin û hat sûcdarkirin. 
 
Oznûr diyarkir ku ew ê derbarê mijarê de hewdanên wê yên hiqûqî bidomin.