Cemaeta Îsmaîlaga ji bo AKP’ê deng xwest û gef li jinan xwar

  • 18:14 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Endamên Cemaeta Îsmaîlaga ku ji ber doza tecawiza li zarokê hatiye kirin di rojevê de ye, pol bi pol geriyan û bi rêya weazan ji bo AKP’ê deng xwestin. Endamên cemaetê li jinan jî gef xwarin û gotin: “Hûn ê hînî me bibin.” 
 
Hat ragihandin ku li Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkî ya TUROB 50. Yil a Şîşlî ya Stenbolê piştî dengdayîn bi dawî bûye û sindoq hatin vekirin, endamên Cemaeta Îsmaîlaga ketine polan. Nehat zanîn bê ka endamên cemaetê çima li polan disekinin. 
 
Li gel Şîşliyê, her wiha li gelek dibistanên navçeya Esenyurtê jî endamên cemaetê li pêşiya dibistanan disekinin. Li ser vê yekê jinan bertek nîşan dan û sedema sekna wan pirsîn. Li ser vê yekê endamên cemaetê gefa “Hûn ê hînî me bibin” li jinan xwarin. Li ser vê yekê polîsan mudaxeleyî nîqaşê kir. 
 
Ji Erdogan re deng xwestin
 
Li gel vê; endamên cemaetê yên bi şaşik û cubeyan li derdor û baxçeyê Dibistana Seretayî ya Belma Barût a navçeya Esenyurtê disekiniyan, pol bi pol geriyan û bi rêya weazê ji bo Erdogan deng xwestin. Têkildarî mijarê me xwe gihand berpirsyarê dibistanê Remzî Yildiz. Yildiz, anî ziman ku ji destpêka  hilbijartinê ve endamên girêdayî Cemaeta Îsmaîlagayê ji hêla rayedarên AKP’ê ve li gelek dibistanan hatine peywirdarkirin, li wan qertên muşahidan hatine belavkirin û xistine polan. Yildiz, diyar kir ku tevî hemû îtîraz û hewldanên astengkirinan jî polîsên li dibistanan dengê xwe jê ne kirine. Bi domdarî Yildiz ev agahî parve kir: “Me hewl da van asteng bikin ku nekevin polan lê bi qertên muşahidan ên ji hêla rayedarên AKP’ê ve hatine belavkirin ketin polan. Ji wan hinek jê li korîdoran kom bûn û yên din jî li dora dibistanan. Bênavber dikevin dibistanan û li dora dibistanan digerin. Em dixwazin tevdîr bên girtin û polîs mudaxaleyî rewşê nakin. Li polan weazan didin û siyasetê dikin.” 
 
Hat ragihandin ku koma behsa xeberê li baxçeyên dibistanan poşet gerandin, qertên tê de derxistin û belav kirin.