Hejmara 13'an a Kovara Jinê derket

  • 15:19 28 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 13'an a Kovara Jinê bi manşeta "Bendemayîna bê demborî; kuştinên kiryar ne diyar” vê hefteyê li pêşberî xuneren xwe ye. 
 
Hejmara nû ya kovara Jinê ya webê ku her roja Yekşemê derdikeve, "Bendemayîna bê demborî; kiryar ne diyar” vê hefteyê li pêşberî xwînerên xwe ye. Di hejmara 13'emîn a Kovara Jinê de Ezgî Sîla Demîr di nivîsa xwe ya bi sernavê "Jinên hatin windakirin, jiyana hat windakirin" de balê dikişîne ser jinên hatine windakirin, Esma Kaya Ceylan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Bîr" de behsa bîrên mirinê yên JÎTEM'ê dike.
 
Salîha Ayata bi nivîsa xwe ya bi sernavê "tişta baş û xweşik hunerî ye" têgihiştina jinên Kurd a çandê û Sorgul Şêxo jî "Jin di zindanên Serêkanê ya dagirkirî de çi dijîn?" Balê dikişîne ser serpêhatiyên jinên Serêkaniyê.
 
Li aliyê din Bruna Provazî bi gotara xwe ya "Li Morîstana Moriyan Temaşe Bikin: Şoreşa Rojane ya Jinan" balê dikişîne ser têkoşîna jinan a li Brezîlyayê.
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
 
Jinên hatin windakirin, jiyanên hatine windakirin / Ezgî Sila Demîr
 
Bîr / Esma Kaya Ceylan
 
Tişta baş û xweşik hunerî ye / Salîha Ayata
 
Jin di zindanên Serêkaniya dagirkirî  de çi dijîn? /sorgul Şêxo
 
Morîstana moriyan temaşe bikin: Şoreşa Rojane ya Jinan / Bruna Provazi
 
Ji bo xwendina gotarên di hejmara nû de bikirtînin: http://jindergi.com/anapage/