Li Hatayê li muşahidan xistin

  • 14:23 28 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
HATAY - Muşahidên ku li navçeya Antakya ya Hatayê li dijî bêusuliyan derketin lêdan xwarin. 
 
Welatiyên bi navên Berkant Doran û Suleyman Yeral li Dibistana Seretayî ya Muhtar Abdurrahman Çetîner a Demîrkopruyê ku li ser rêya navçeya Reyhanli ya Hatayê weke muşahid hatibûn peywirdarkirin. Berkant û Suleyman li dij derketin ku bi kesên dengên xwe didin re bikevin kabînê û deng bêyî nasnameyê bên avêtin. Piştî îtîrazên muşahidan, keyayê taxê li xizmên xwe geriya û di bin navê muşahidan de li dora sindoqan bi cih kir. Muşahidên ku li dijî bêusuliyan derketin ji hêla kesên di bin navê “muşahid” de anîn dora sindoqan ve lêdan xwarin.
 
Hat zanîn ku cendirmeyên di dema lêdanê de li taxê mudaxaleyî êrişkaran nekirin.