'Roboskê lêgerîna edaletê ye'

  • 13:48 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Di daxuyaniya têkildarî meha 137’emîn a Komkujiya Roboskê hate kirin de wiha hate gotin: “Roboskê şerma vê axê, birîna nayê kewandin û lêgerîna edaletê ye. Heta ku berpirsyarên Roboskê ku êşê fedî kir dewletê fedî nekir, hesabê nedin nikarin behsa helalbûnê û edaletê bikin. Me ji bîr nekir, ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin.”
 
Di 28’ê Kanûna sala 2011’ê de di encama bombebarana balafirên dewleta tirk de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl hatibûn qetilkirin. Hewldana ji bo Roboskê Edalet di meha 137’an de ji ber hilbijartinan daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Di 11 salan de berpirsyar nehatin darizandin, edalet pêk nehat, darizandineke bi bandor nehate kirin. Dewlet gelê xwe qetil nake, êrişî gelê xwe nake û bi awayekî neheq nagire. Dema îro jî cara duyemîn dikevin pêvajoya hilbijartinê neheqî, bêhiqûqî, nebûna aştiyê û zextên dewletê didomin. Li herêmê bi dehan kesên ji sindoqan berpirsiyar tên binçavkirin. Li girtîgehan girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin, li 11 bajarên me mexdûrên erdhejê terkî nebûnê tên kirin. Berpirsyar dîsa dewlet û bêedaletî ye. Ev pergala ku ji şer, çek, rant û ji bo meşandina hikumeta xwe budçeyê vediqetîne, dema dor hate me tu car nebû dewleta civakî û winda ye.”
 
'Roboskê lêgerîna edaletê ye'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wê teqez hesabê komkujiyê bipirsin û wiha hate gotin: “Roboskê ezmûna dewlet û desthilatê ye. Rêya edalet û aştiyê ya li ser vê axê ewilî dê di Roboskê de derbas bibe. Roboskê şerma vê axê, birîna nayê kewandin û lêgerîna edaletê ye. Heta ku berpirsyarên Roboskê ku êşê fedî kir dewletê fedî nekir, hesabê nedin nikarin behsa helalbûnê û edaletê bikin. Me ji bîr nekir, ji bîr nakin û em ê nedin jibîrkirin.”