Dayika Rahşan Demîrel dengê xwe bi kar anî

  • 13:37 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Dayika Rahşan Demîrel a ku di Newroza 1992'an de bedena xwe da ber agir, Emîne Demîrel, piştî gotina Tayyîp Erdogan a "Pêvajoya çareseriyê xistin sarincê" cara ewil çû ser sindoqan.
 
Dayika Rahşan Demîrel Emîne Demîrel a ku di sala 1992'an de li Kadifekaleya Îzmîrê bi gotina 'Wê Newroz bê pîrozkirin' bedena xwe da ber agir, ji sala 2015'an û vir ve piştî ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan gotibû "Pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye." têxin sarincê."cara ewil çû ser sindoqê û dengê xwe bi kar anî. Emîneya ku 8 salin ji bo bidawîbûna pêvajoyê neçû ser sindoqan, li Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Artukluya Merdînê deng da.
 
Emîneyê diyar kir ku ji bo dawî li zilm û zordariya ku ji sala 2015'an û vir ve tê kirin, çûye ser sindoqan û got, "Ez vê hilbijartinê ji bo dawî li vê çewisandinê, dengê xwe bi kar tînim û ji bo têkoşîna azadiya gelê me û demokrasiya li welêt serketinê dixwazim. Bi baweriya min em ê dawî li vê zilmê bînin û ji bo vê ez hatim ser sindoqê.”