Li gelek bajaran nelirêtî tên kirin!

  • 12:30 28 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbolê di hin sindoqan de cedwelên fermî yên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin. Her wiha li gelek bajaran nelirêtî tên kirin!
 
Dengdana ji bo hilbijartina serokkomarê 13'emîn ê Tirkiyeyê, didome. 
 
Li gelek navçeyên Stenbolê nelirêtî hatin tespîtkirin. Li navçeya Çekmekoyê ya Stenbolê, di gelek sindoqan de, cedwelên fermî yên bi îmzeya YSK'ê yên tên malaştin hatin tespîtkirin. Di cedwela sindoqa bi hejmara 1450 de ya li Taxa Mîmar Sînanê, hat dîtin ku gelek nivîsên di cedwelê de bi tiliyan tên malaştin. Endamên Partiya Çep a Kesk, têkildarî bûyerê girtename amade kirin. 
 
Li dibistaneke li navçeya Sûltanbeyliyê jî, hin kesên nenas, îdia kirin ku Partiya Çep a Kesk hilbijartinê boykot kiriye. Muşahid û peywirdarên Partiya Çep a Kesk jî diyar kirin ku partiya wan hilbijartinê boykot nekiriye û ev îdia pûç in. 
 
AKP'yiyan êrişî peywirdara jin a li ser sindoqê kirin
 
Li Dibistana Seretayî ya Kuleli ya Taxa Fevziçakmak a Bahçelievler AKP'yiyan êrişî peywirdara jin a li ser sindoqê kirin. Ji wê re çêr kirin û heqaret kirin. 
 
Yalova
 
Li dibistana Seretayî ya Hudaverdi Aydin a Çinarcika Yalovayê hat tespîtkirin ku zerf avêtine sindoqan. Hat diyarkirin ku ev zerf ji derve anîne û derbarê nelirêtiya li ser sindoqa hejmara wê 1033 de girtike hatiye girtin. 
 
Îzmîr 
 
Li dibistana Seretayî ya Sala 80'ê ya Konaka Îzmîrê li ser sindoqa bi hejmara 2146'an pusulaya ku mohr li ser Serokomar Recep Tayyip Erdogan hatibû xistin hat dîtin. Derbarê mijarê de girtek hat girtin. 
 
Bursa
 
Li navçeya Buyukorhan a Bursayê AKP'yiyan xwestin xizmên xwe bi jineke yextiyar têxin kabîna dengdayinê. Muşahidan îtiraz kirin û li ser vê yekê AKP'yiyan êrişî muşahidan kirin. 
 
Edene
 
Li ser sindoqa Dibistana Seretayî ya Mehmet Bedia Kipri ya hejmara 2016'an mêrê bi navê M.D. porê jineke dengê xwe bi kar anî kişand û got " Te neda xayinan ne wiha?" û xwest dengê xwe eşkere bike. Muşahidê TÎP'ê mudaxale kir û M.D. li ser vê yekê çêr kir û got,"Ez ê mêran bikujim, nikarin tiştekî bikin." Gef li yên derûdora xwe xwar. 
 
Tekirdag
 
Li Çorluya Tekirdagê li ser sindoqa hejmara 1024 'an pusulayên deng ên mohr li ser navê Tayyip Erdogan hatibû xistin hatin dîtin. Li ser vê nelirêtiyê girtek hat girtin.