Êrîşî kesên ku li hemberî nelirêtiyê derketin kirin

  • 12:27 28 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Kurdistanê dengdayînê bi nelirêtiyan destpê kir ku kesên ku li hemberî vê nelirêtiyê derketin jî êrîşî wan kirin.
 
Ji bo hilbijartina tura duyemîn a serokkomariyê dengdayîn di saet 08.00'an de hat destpêkirin, di saetên destpêkê yên hilbijartinê de nelirêtiyan jî dest pê kir. Li navçeya Kaniyaxezalan a Rihayê li taxa Yazlicayê peywirdarê sindoqê yê CHP'yî ku li dijî dengayîna komî derket êrîş lê hat kirin. Endama Komîsyona Hiqûqê a Serokatiya CHP'ê ya Rihayê parêzer Ronahî Paydaş, derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parvekirin kir û got, "Em li taxa Yazlica ya bejahî ya navçeya Kaniyaxezalan a Rihayê ne. Lê vêderê ji ber ku em li dijî bikaranînan dengê n komî derketin  hem hem êrîşî me û hem jî êrîşî peywirdarên me yên ser sednoqê kirin. Ji ber ku ewlehiya canê me tune ye ji bo ku em gilî bikin em ji taxê veqetiyan." 
 
Amed 
 
Li navçeya Rezan a Amedê jî li dibistana navîn a Îmamhatîbê  zarokê 17 salî ji bo sindoqa bi hejmar 1075 kirin muşahidê HUDA PARê. Muşahidên Partiya Çep a Kesk ji bo vê îtîraz kirin û zarok ji dibistanê hat dûrxisitn. 
 
Li gel ku hiqûqnasên li dibistanê ev yek piştrast kirin jî derbarê bûyerê de tu girtek nehat girtin.