Êrişa nîjadperest li dijî avahiya HDP'ê ya Bayrakliyê hat kirin

  • 12:20 28 Gulan 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Êrişa nîjadperest li dijî avahiya HDP'ê ya Bayrakliyê hat kirin. Komên nîjadperest do bi şev nivîsên di naveroka wê de heqaret hebûn li ser avahiyê nivîsandin. 
 
Êrişa nîjadperest li dijî avahiya HDP'ê ya Bayrakliyê hat kirin. Komên nîjadperest do bi şev nivîsên di naveroka wê de heqaret hebûn li ser avahiyê nivîsandin. Gotinên mîna "Tirkiye tirk e wê tirk bimîne" hatin nivîsandin. Her wiha nivîsên heqareta li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocala hatin nivîsandin. 
 
Hat diyarkirin parêzeran giliyê kesên ev nivîs nivîsandine kirine.