Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dengê xwe bi kar anî

  • 11:24 28 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dengê xwe bi kar anî û wiha got: “Dengek gelek tiştan, qedera welatekî diguherîne.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Dibistana Seretayî ya Metîn Koluk a li navçeya Bakirkoy a Stenbolê dengê xwe da. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û gelek partiyî jî bi Pervîn re bûn. 
 
‘Dengek qedera welatekî diguherîne’
 
Piştî dengdayînê, Pervîn li pêşiya dibistanê axaftineke kurt kir. Pervîn wiha got: “Hêvîdar im ku encama îro tê bidestxistin bibe wesîleya demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştî, refah û aramiyê. Gelên Tirkiyeyê ji bo bêhnekê bistînin gelek hewl dan. Îro rojeke girîng e. Belkî jî rojeke dîrokî ye. Me her tim hêviya xwe ya guherîna qedera xwe ya di vê roja dîrokî de winda nekir. Hêviyeke mezin heye. Banga min ji bo her kesên dibêjin ‘ez ê dengê xwe nedim û tiştek ji dengekî nabe’ ev e; dengek gelek tiştan diguherîne. Dengek qedera welatekî diguherîne. Dengek qedera civakekê diguherîne. Lewma ji kerema xwe bila her kes biçe dengê xwe bide. Encama ku em îşev bi dest dixin teqez dê bibe wesîleya guherîna qedera vî welatî.”