Ji Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk banga xwedîderketina li sindoqan

  • 11:20 28 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin ji bo hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn. Hevberdevkan banga xwedî derketinali sindoqan kirin.
 
Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, ji bo tûra 2'yan a hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bi kar anîn. Çîgdem li Dibistana Gaziyê ya li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê û Akin jî li Lîseya Abadolûyê ya Îşgorenê ya li Konaka Îzmîrê dengê xwe bi kar anî. 
 
'Em sindoqan biparêzin'
 
Çîgdem di sindoqa bi hejmara 1359'an de dengê xw ebi kar anî. Çîgdem piştî dengdanê bang li dengdêran kir ku dengê xwe bi kar bînin û got: "Ez dixwazim biçim ser sindoqê û ji bo demokrasî, guherîn, wekhevî û azadiyê dengê xwe bi kar bînin. Car din meseleya ewlehiyê heye. Ez ji niha ve ji bo hevalên xwe yên peywirdar dibêjim quwet be. Ez dixwazim ji 14'ê Gulanê bêtir baldar bin û bêtir dengên me û sindoqên me û siberoja me biparêzin. Bi hêviya ku encamên vê hilbijartinê ji bo gelên Tirkiyeyê bibe wesîleya wekhevî û azadiyê." 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku wî dengê xwe ji bo demokrasî û guherînê bi kar aniye û got: "Hêvîdar im 28'ê Gulanê ji bo Tirkiyeyê bibe roja azadî, aştî û demokrasiyê. Çi bibe jî em ê her tim ji bo wekhevî, azadî û aştiyê têbikoşin."