Şandeya Îtalî: Em ê heta dawî bi penaberên Mexmûrê re bin

  • 10:30 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îtalî ya dixwest ji bo alîkarîyê bide nexweşên penaber, serdana Mexmûrê bike, ji aliyê Artêşa Iraqê ve hat astengkirin. Endamên şandeyê ragihandin ku ew bi dorpêça ser Mexmûrê gelek xemgîn in û ew ê heta dawî bi xelkê Mexmûrê re bin.
 
Şandeyek Îtalî ya ji rewşenbîr, aktîvîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk di hat, di çarçoveya projeyên xwe yên ji bo alîkariyê, her sal serdana Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal û gelek cihên din dike. Şande ji 10 kesan pêk tê û navê saziya wan jî Associazione Versi il Kurdistan e.
 
Şandeyê duh dixwest ji bo alîkariyê bide kesên nexweş û nexweşxaneya wargeha penaberan, serdana Mexmûrê bike. Lê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hate astengkirin û ew vegerandin Bexdayê. Endamên şandeyê di derbarê sedema serdana xwe ya ji bo Mexmûrê, ji ajansa ROJNEWS'ê re axivîn.
 
'Em vê carê jî ji bo projeyên xwe hatine'
 
Hevserokê saziyê Antonio Olivieri destpêkê axivî û da zanîn ku ew saziyek Îtalî ne, navê saziya wan jî Associazione Versi il Kurdistan e. Antonio dibêje; “Em li welatê xwe saziyek fermî ne, em li Kurdistanê xwedî projeyên alîkariyê ne. Ji bo Mexmûr û Şengalê projeyên me hene û em her sal tên ji bo alîkariyê. Em vê carê jî ji bo projeyên xwe hatine.”
 
'Ew projeya nexweşxaneyê ji bo xelkê Serdeşt a Şengalê ye'
 
Lucia Giusti jî nêrînên xwe anî ziman û got; “Beriya niha bi du sala em hatibûn Şengalê û me ji bo avakirina cihekî tenduristiyê projeyek amade kiribû. Xebatên me yên ji bo wê dewam dikirin, em çûn Şengalê û piraniya xwe ew proje bi dawî bibû, lê hinek kêmahî mabûn. Ji bo ew proje di nava 3 mehan de bi temamî bi dawî bibe, me alîkarî da wan. Lê hê jî cîhazên ji bo tenduristiyê mane, di projeya me de ew hene, dema em vegerin em ê wan kêmahiyên heyî jî temam bikin. Ew projeya nexweşxaneyê ji bo xelkê Serdeşt a Şengalê ye.”
 
'Dorpêçek mezin li ser wan heye'
 
Lucia behsa projeyên wan ên ji bo Mexmûrê jî kir; “Beriya niha me hinek proje ji bo Mexmûrê danîbûn, ji sala 2014’an ve em her sal diçûn Mexmûrê û me alîkariya wan dikir. Ji ber vîrûs û dorpêçê ji sala 2019’an ve em neçûbûn. Pêwîstiya wan bi hinek cîhazên tenduristiyê hene, ambulans û hinek cîhazên oksîjenê heye. Me dixwest ji bo pêşwazîkirina van amêrane carek din biçin wargeha Mexmûrê. Lê niha dorpêçek mezin li ser wan heye.”
 
'Ev yek cihê xemginiyê ye'
 
Endamek din bi navê Franco Zaveti jî ji ber dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê xemginiya xwe anî ziman û wiha got; “Derdora wargehê leşker zêde kirine, her çend kêlometre seytere danîne û çûyîn û hatin zehmet xistine. Ev yek cihê xemginiyê ye.”
 
'Her bijî gelê Mexmûrê'
 
Di dawiyê de de endamek din ya şandeyê Ceco jî got; “Duh ji bo em herin Mexmûrê, em hatin Musilê, me li wir şandeyek Mexmûrê dît û em bi vê gelek kêfxweş bûn. Me ji wir dixwest em biçin Mexmûrê, lê seytereyê dest danî ser pasaportên me û ji me standin. Me paşde vegerandin Musil û ji wir jî birin Bexdayê. Penaber çiye? Divê mafê wan yê jiyanî were dayîn, ji ber ku jiyana wan di xeteriyê de bû ew penaber bûne. Hatine welatek din, mafê wan yê azad bijîn heye. Çawa dibe dora wan were girtin, emê heya dawî bi xelkê wargehe panebaran a Mexmûrê re bin. Her bijî gelê Mexmûrê.”