Li dijî israra tecrîdê israra ‘Çareserî Ocalan e’

  • 09:04 28 Gulan 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - 27 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li dijî israra desthilatdariyê ya tecrîda li Îmraliyê, hiqûqnas, siyasetmedar û gelek sazî di peyama "Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê azadiya Ocalan e" israr dikin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployekê anîn Tirkiyeyê û ji wê rojê de ye  li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Tecrîd û komploya li hember Ocalan 24 sale didome. Ji 25’ê Adara 2021’ê de ye tu agahî jê nayê girtin. Di van 27 mehan de parêzer, hiqûqnas, saziyên navneteweyî, siyasetmedar û gelek aliyan ji bo bidawîbûna tecdîrê hewl dan û bang kirin.
 
Di van 27 mehan de xebatên li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê hatine meşandin me berhev kirin.
 
775 parêzerî serlêdan kir
 
Tirkiyeyê di tecrîda li ser Abdullah Ocalan de israr kir. Di serî de Kurdistan û gelek welatên cîhanê bi açalakiyan tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwestin. Ligel çalakiyên gel hewldanên hiqûqî jî di 2022’yan de zêde bûn.
 
Di meha hezîranê de têde nûnerên sazî û serokên baroyan jî heye 775 parêzerên qeydê 29 baroyan ji bo qedexeya hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê bê rakirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û xwestin biçin Îmraliyê.
 
Ji rêxistinên mafê mirovan bo CPT serlêdan
 
Di 2021’ê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolîna Hiqûq û Civakî (TOHAV), Komeleya Civaka Sîvîl a Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) der barê Îmraliyê de serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dan.
 
CPT di 2021’ê de Îmrali nedît
 
Buroya Hiqûqê ya Asrin di 2021’ê de 4 caran di 2022’an de 3 caran serî li  CPT da.  CPT’ê li dijî vê  diyar kir ku di 2021’ê de li Tirkiyeyê bi armanca serdana girtîgehan serdan pêk aniye û der barê Îmraliyê de raporek neda.
 
Ji rêxistinên navneteweyî serlêdan
 
Di 2022’yan de  Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê ya Ewropa (European Assocation of Lawyers For Democracy & World Human Rights (ELDH), Ji bo Parêzeran Parêzer (Lawyers For Lawyers) û AED ji bo Îmraliyê serî li CTP dan. 
 
OHD’ê serî li wezareta dadê da
 
ODH’ê bi armanca balê bikşîne ser rewşa Abdullah û girtiyên din yên li girtîgeha Îmraliyê tên girtin serî li Wezareta Dadê dan.
 
Ji bo Raportorê Taybet yê Îşkencê yê NY’ê serlêdan
 
Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrin der barê rewşa Abdullah Ocalan de serî li Raportorê Taybet yê Îşkencê yê NY’ê da û banga ‘çalakiya lezgîn kirin’.
 
Ji CPT’ya di 2022’yan hat Tirkiyeyê deng tune
 
CPT di navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de hat Tirkiyeyê. Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Ewropa (CPT)  diyar kir ku di 20-29’ê îlonê de çûne Tirkiyeyê, di nav saziyên ku serdana wan kirine de Îmrali jî heye. Lê CPT der barê naveroka hevdîtinê de ku hevdîtin bi Ocalan û girtiyên din re kiriye an na de tu daxuyaniyek neda.
 
‘Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê’
 
Delegasyona Li dijî Tecîdê ya Navneteweyî ya ji 7 welatî ji 36 kesî ku ji akaemîsyen, rojnameger û hiqûqnasan pêk dihat û li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatin gel hev, hatin Tirkiyeyê û li Amed, Stenbol û Enqereyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kirin. Her wiha bi malbatên girtiyan  û komeleyan re jî hevdîtin kirin.
 
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
 
Heyetê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şert û mercên hemû girtîgehan her diçin xer adibin û bang kirin ku divê ji bo berjewendiyan mafê mirovan neyên fedakirin. Heyetê her wiha piştî serdanên xwe foruma bi mijara ‘tecrîda navneteweyî’ pêk anîn û ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar kirin.
 
Di 27’ê Adarê de rapor hat aşkerakirin
 
Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê di navbera 24-29’ê çileyê de li Stenbol, Enqere û Amedê bi gelek partiyên siyasî, baro û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kiribû. Delegasyonê, rapora xwe ya têkildarî hevdîtinan bi civîna çapemeniyê ya online parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan peymanên mafê mirovan ên navneteweyî tên binpêkirin û  pêşniyarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa tên piştguhkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku tecrîd ne tenê pirsgirêkek hiqûqiye di heman demê de pirsgirêkek siyasiye û ev tecrîd li ser hemû civakê tê kirin.Her wiha daxuyakirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê azadiya Abdullah Ocalan ferze û bang kirin ku divê CPT demildest rapora xwe aşkera bike.
 
Serdanên delgasyonaştiyê ya Îmraliyê 
 
Heyeta ‘Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî’ ya ji parlamenter û antropolog bi giştî ji 3 kesan pêk dihat der barê tecrîdê û rewşa Abdullah Ocalan de  di navbera 11-12’ê Gulanê de li Stenbolê çû serdana Buroya Hiqûq a Asrin, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), OHD, dayikên şemiyê, TJA’yê. Heyetê serdanên xwe sê rojan berdewam kir.