Çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya Mexmûrê bidawî bû

  • 21:17 27 Gulan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û TAJÊ’ ve ji bo piştgiriya gelê Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê  bidawî bû.
Çalakiyên piştgiriyê li seranserê Kurdistan, Ewropa û gelek aliyên cîhanê bi armanca piştgiriya berxwedana  gelê Wargeha Mexmûrê û şermezarkirina êrîşên artêşa Iraqê bê navber didomin.
 
Duh bi armanca piştgirî dayîna berxwedana gelê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ji aliyê Meclisa Xweseriya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve konê çalakiyê li Serdeşta çiyayê Şengalê hatibû vedan. Çalakiya Şengaliyan ya konvedanê îro di roja duyemîn de bi daxuyaniyekê bidawî bû.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Elyas ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku dest ji van plan û êrişên li ser Wargeha Mexmûrê berde.
 
‘Ev hewldan wê encamê negirtin’
 
Di berdeawmiyê de hat diyarkirin ku gelê Şengalê, berxwedana gelê Mexmûrê silav dikin û wiha hate gotin: “Ev demeke dewleta Iraqê li ser îradeya gel planan çêdike û dixwaze gelên xwedî îrade, têkoşer û berxwedêr teslîm bigire. Ev yek heta niha bi tu awayî nehatiya qebûlkirin û ji niha û pê ve jî naye qebûlkirin.
 
Her wiha bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku dawî li plan û êrişên li hember  Wargeha Mexmûrê bîne û  wiha pêde çû: “Her kes, hemû hêz û alî baş dizanin ku heta niha gelê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Mexmûrê li hemberî zilm û zordariyê çok nedaniye û her tim li ber xwe daye, bi serketiye. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî li ber xwe daye, xwe parastine û ew çete bi bin xistine. Li rexmê van hemû rastiyên gelê Wargeha Mexmûrê, artêşa Iraqê êrişî wan dike û dixwaze wan dorpêç bike. Bila gelê me yê Wargeha Mexmûrê baş bizanibe ku em wek gelê Şengalê heta dawiyê wê bi wan re bin û berxwedana wan silav dikîn.”