18 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 19:31 27 Gulan 2023
  • Rojane
STENBOL – 18  kesên  li  Qada GAlatasarayê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin, hatin gel hev, hatibûn binçavkirin. Kesên hatin hatin binçavkirin  hatin berdan.
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 948'an ya çalakiya ji bo xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin, li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Di dema çalakiyê de polîsan ew binçav kirin.
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka ÎHD a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, Nûnerê Stenbolê yê THÎV'ê Umît Efe, Besna Tosun, Îrfan Bilgin, Coşkun Usterci, Huseyin Aygul, Îkbal Eren, Maside Ocak, Hanife Yildiz, Ali Ocak, Mikail Kirbayir, Hasan Karakoç, Hunkar Yurtsever, Cuneyt Yilmaz, Leman Yurtsever, Mehmet Mert Karatag û Ozge Bakir Efe ku hatibûn binçavkirin, piştî kontrolkirina tenduristiyê hatin berdan.