Li Amûdê serhildana li Mexmûrê hat silavkirin

  • 16:30 27 Gulan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên navçeya Amûdê bi meşekê berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê ya li hemberî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargehê silav kir.
 
Piştgiriya  ji bo berxwedana xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ya li hemberî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargehê dewam dike.
 
Di vê çarçoveyê de Meclisa Navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê meşek li dar xist. Endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, meclisên leşkerî, rêxistin û tevgerên jin û ciwanan jî di nav de, bi dehan şêniyên navenda navçeyê, gund û bajarên wê beşdarî meşê bûn.
 
Meş ji pêşiya çerxerêya Jina Azad dest pê kir. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmên "Hilweşe komplo" û "Na ji xiyanetê re" hatin berzkirin.
 
Meş li qada Şehîd Cîhad veguherî mitingê. Li vir hevserokê Meclisa Amûdê Selman Şêxê daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hikumeta Iraqê bi hevkariya dewleta tirk hewl dide derdora wargeha Mexmûrê têl bike da ku îradeya xelkê wargehê bişkîne.
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Xelkên wargehê penaberên siyasî ne, ji ber zilma dewleta tirk a dagirker ji gundên xwe yên Bakurê Kurdistanê penaber bûne. Ji ber vê yekê divê pirsgirêka wan bi rêya qanûnên navneteweyî û bi rêya diyalogan were çareserkirin."
 
Di dewama daxuyaniyê de nêzîkatiyên hikumeta Iraqê yên li hemberî şêniyên wargehê hat şermezarkirin û wiha hate gotin: "Di aliyê qanûnî de wargeh di bin serweriya Neteweyên Yekbûyî de ye. Divê hikumeta Iraqê wargehê biparêze, ne êrişê wê bike ku di encamê de birîndar di nava xelkê de çêkir. Em van kiryaran wekî komployeke hevbeş a Iraq û Tirkiyeyê li dijî xelkê wargehê dibînin."
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî hewldanên dorpêçkirina wargehê nîşaneya tevkariyê ye û hate gotin, ev bêdengî komployeke girêdayî komploya li dijî Abdullah Ocalan e.
 
Her wiha hate gotin: "Komplo û plan îradeya me lawaz nakin. Em di pêkanîna serketin û azadiyê de bi israr in."
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Mexmûrê bi dawî bû.