Hat xwestin girtiyên nexweş Muhlîse û Selman bên berdan

  • 15:55 27 Gulan 2023
  • Rojane
 
 
ENQERE / ÎZMÎR - Parêzvanên mafê mirovan li Enqereyê û Îzmîrê xwestin ku girtiyên nexweş Selman Esmer û Muhlîse Karaguzel bên berdan. 
 
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 455’emîn de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber ÎHD’a Enqereyê daxuyanî da. Gele kes tev li çalakiyê bûn û di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf, nayê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Înîsiyatîfê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Selman Esmer ê li Girtîgeha Afyonê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê. 
 
Divê Selman demildest bê berdan
 
Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut diyar kir ku Selman Esmer 29 sal in girtî ye û nexweşiyên mesane û parostat lê peyda bûne û her ku diçe nexweşiyên wî lê kev dibin û seranserî salekê nehatiye tedawîkirin û li gel ku Nexweşxaneya Lêkolînê ya Afyonê destûra emeliyatê daye jî lê nehatiye emeliyatkirin. Sevîl anî ziman ku Selman di 6’ê adara 2023’yan de ji prostatê hatiye emeliyatkirin û bêyî ku baş bibe wî dîsa birine girtîgehê û cara duyemîn jî di 13’ê nîsanê de hatiye emeliyatkirin û rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Sevîl diyar kir ku ji bo Selman bê tedawîkirin divê demildest were berdan. 
 
Îzmîr
 
Rêveberên ÎHD’a Îzmîrê jî di hefteya 275’emîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş berdeam kirin. Çalakî li ber Sumerbanka kevn a li Konakê hat lidarxisrin. ÎHD’ê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (60) her ku diçe rewşa wê giran dibe û li Girtîgeha Menemena Îzmîrê ya Tîpa R’yê tê ragirtin. Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn û pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc, dimirin. Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne” hat vekirin. 
 
Her diçe rewşa Muhlise xirab dibe 
 
Serokê ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn daxuyanî da û da zanîn ku Muhlîse gelek caran hatiye girtin û di girtîgehê de 3 caran krîza dil derbas kiriye, nexweşiyên wek dil, diyabet, hipertansiyon, astim, fitiqa piştê û stû pê re hene. Zafer anî ziman ku her ku diçe rewşa Muhlîse xedar dibe û tevî ku Saziya Tiba Edlî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye jî lê nayê berdan. Zafer got ew xetere heye ku çavê Muhlîse kor bibe çimkî tedawî û kontrola wê nayê kirin. Zafer ji bo Muhlîse bê berdan û tedawiyek baş bibe divê demildest bê berdan.